Roja yekemîn a Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava ya 5ˊan bi fîlmê “Heval Birako” ku cara yekemîn tê pêşkêşkirin dest pê kir.
Bi diruşma “Çîrokên hevpar sînemaya azad” çalakiyên Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava ya 5ˊan doh dest pê kir.
Bi hezaran ji hezkiriyên huner û sînemayê, şandeya ji Rêveberiya Xweseriya û kantona Cizîrê, saziyên çand-huner, partiyên siyasî, derhêner, sînematografîkên ji Spanya, Hindistan, Brîtanya, Bakurê Kurdistanê û Şamê beşdarî mîhrîcanê bûn.
Di Mîhrîcanê de axaftin ji aliyê Şaredariya gel, TEV-ÇAND’ê û PYD’ê ve hate kirin û hate gotin ku lidarxistina mîhrîcanê bi vê mezinbûnê, ruxmî sînordarkirina derfetan û astengiyan, destkeftiyeke mezin e.
Piştî axaftinan, nameya hevjîna derhêner, aktor û nivîskarê Kurd ê nemir Yilmaz Güney hat xwendin ku têde spasiya kesên ev mîrhîcan li dar xistiye kir.
Her wiha koma Hunergeha Welat stran û dîlanên folklorîk di mîhrîcanê de pêşkêş kirin.
Di dawiya roja yekemîn a mîhrîcanê de, cara yekemîn fîlma “Heval Birako” ji berhema Komîna Fîlm a Rojav hat pêşandan.
