ŞÊNIYÊN KOBANÊ CENAZEYÊN 4 ŞEHÎDAN SPARTIN AXÊ

Rojava Tv
1 Min Read

Şêniyên Kobanê cenazeyên 4 şervanên ku di dem û deverên cuda şehîd bûbûn, li goristana Şehîd Dicle spastin axê.

Şênyên Kobanê û gundewarê wê duh cenazeyên şervanên Yekîneyê Dij Terorê Berçem Berxbotan, şervanê QSD’ê Mehmûd Kobanî, Cano û şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şilaş El Rebî, li goristana Şehîd Dicle spastin axê.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre, endama Meclisa Malbatên Şehîdan li Kobanê, Emel Behaedîn axivî û sersaxî ji balbatên şehîdan re xwest.

Ji fermandarên QSD`ê Kanî Ehmed jî soza xwe ya berdewamkirina xeta şehîdan nû kir. Piştî axaftinan belgenameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyê şehîdan bi durişm û tilîliyan spartin axê.

Share This Article