JI 13’Ê TÎRMEHÊ VE SÛC Û PINPÊKIRIN LI SIWÊDAYÊ DEWAM DIKIN

Rojava Tv
1 Min Read

Piştî hatina hikûmeta veguhêz a sûriyê li ser desthilatê, li berava sûriyê li dijî Elewiyan komkujiyên hovane pêk hatin û ji 13’ê tîrmehê ve li swêdayê heman komkujî û binpêkirin derheqê Durziyan de jî pêk tên, di encamê de gelek sivîl, jin û zarok bûn qurbanî.

Hevserok û Endamên PYD’ê yên kantona firatê têkldarî rewşa siwêdayê û kiryarên ku li wê herêmê rûdidin nirxandin kirin.

Hevseroka PYD ya kantona firatê Bêrîvan Ismaîl got, hikûmeta veguhêz a sûriyê pirrengiya li sûriyê qebûl nake û bi zeheniyeta daişê tevdigere.

Beredevka Meclisa Jin a PYD’ê Bedîa Miho bal kişand li ser berxwedana jinên durzî ku îroj mîna şervanên ypj li dijî tundiyê radiwestin û ji bo parastina hebûna xwe li ber xwe didin û teslîmkariyê qebûl nakin.

li gorî pîlançoya Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan, Ji 13’ê Tîrmehê ve û heta niha hezar û 339 kes di şer û pevçûnên li Siwêdayê û gundewarên wê de hatine kuştin.

Share This Article