PYD: DEWLETA TIRK BI ÊRÎŞÊN XWE SÛCÊN ŞER DIKE

Rojava Tv
1 Min Read

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê ya kantona minbicê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta tirk a dagirker yên li ser herêma bakur û rojhilatê sûriyê şermezar kir.

PYD’ê diyar kir ku dewleta tirk a dagirker bi rengekî hovane seranserî herêma bakur û rojhilatê sûriyê bombebaran û topebaran dike.pê re jiyana bi hezaran welatiyan dixe metirsiyê.

PYD’ê anî ziman ku, dagirkeriya Tirk bi êrîşên xwe ku saziyên sivîl û cihê xizmetê dike hedef sûcên şer dike.

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li civaka navnetewî kir ku divê binpêkirên Tirkiyê bi dawî bibin û dewleta Tirk were cezakirin.

Share This Article