Di van salên dawiyê de em pir kêm rastî çanda kelandina genim tên, lê dayîkên Kobanê hîna ew çand parastine û dest bi kelandina genim kirine.
Dayîkên Kobanê dibêjin, ew bi rêya kelandina genim dixwazin çanda xwe biparêzin.
Her sal di dawiya werza havînê de xelkên herêmê amadekariyên pêdivî û xurekên ji bo demsala zivistanê dikin.
Yek ji wan jî , kelandina genim e ku weke Danûk jî tê naskirin.
Bi rêya kelandina genim, dayîk hem parastina çanda xwe dikin û hem jî amadekariyên erzaqê zivistanê dikin.
Li bajarê Kobanê jî, dayikan dest bi kelandina genim kirine.
Dayika bi navê Hêwa Ebdî ku ji gundê Xirabî Zer yê Kobanê ye, ji Rojava Tv re behsa hurgiliyên çêkirina danûkan dike.
Her wiha dayika Hêwa dibêje, genimê ku li malê li ser destê wan çêdibe, ji yên derva xweştir û paqijtir e.
Tevî ku bi avakirina komponyayan re çanda kelandina genim kêm bûye, lê dayîkên Kurd bi derfetên xwe wê çandê diparêzin û radestî nifşên dahatî dikin.
