Di salvegera 27’an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de li bajarên Qamişlo, Hesekê û Amûdê yên kantona Cizîrê meşên girêseyî hatin lidarxistin. Di meşan de dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” berz bûn.
Bi boneya salvegera 27’emîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ku 9’ê Cotmeha 1998’an bi derxistina wî ji Sûriyê dest pê kir û di 15’ê Sibatê de bi ragirtina wî dewam kir, çalakiyên girseyî li bakur û rojhilatê Sûriyê hatin li dar xistin.
Bi hezaran şêniyên kantona Cizîrê bi armanca şermezarkirina Komployê daketin qadan û banga azadiya fîzîkî ya rêber Apo kirin.
Li bajarê Qamişlo Meş ji Çerxerêya Sonî ya navenda bajêr dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên QSD, YPJ û sembolên Şoreşa 19’ê Tîrmehê hatin vekirin.
Şêniyên Qamişlo dan xuyakirin ku Rêber Apo bi berxwdana xwe girtîgeha Îmraliyê kir navenda şaristaniya demokratîk.
Li bajarê Amûdê jî girseya gel meşa xwe ji çerxereya jina azad destpêkir û li Qada Şehîd Cîhad veguherî mîtîinê. beşdarê meşê komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û wekî hewldaneke ji bo qutkirina Rêber Abdullah Ocalan ji gel û jiholêrakirina ramanên wî yên azad bi nav kirin.
Li bajarê Hesekê jî bi hezaran şêniyên bajêr û gundewaên wê bi armanca şermezarkirina komploya navnetewî daketin qadan û dirûşmên ” bê şerok jiyan nabe ” berzkirin.
şêniyan dan xuyakirin ku rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe xeyranên heytî veguherandin aştî.
Di meşan de dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin û bang li hêzên navnetewî hat kirin ku zextê li Tirkiyê bike da ku azadiya fîzîkî ya rêber Apo pêk bîne.
