Xwendekarên zanîngeha Rojava ezmûnên xwe yên dawiya sala xwendinê ya 2024- 2025’an pêşkêş dikin.
Piştî xwendina akademîk û zanistî ya çend mehên dûrûdirêj ji duh ve xwendekarên zanîngeha Rojava ezmûnên xwe yên dawiya sala xwendinê pêşkêş dikin.
Proseya pêşkêşkirina ezmûnan dê heta dawiya hefteya bê dewam bike.
Rêveberiya zanîngeha Rojava komîteyeke taybet ji bo şopandina ezmûnan ava kiriye û komîte çavdêriyên xwe pêk tîne.
Ji bilî pileya ezmûnan xwendekar li ser reftar, danûstandin û asta xwe ya lêkolînan tên nirxandin.
Zanîngeha Rojava di sala 2016’an de hate avakirin û heta niha bi sedan xwendekar jê der çûne.
XWENDEKARÊN ZANÎNGEHA ROJAVA EZMÛNÊN DAWIYA SALA XWENDINÊ PÊŞKÊŞ DIKIN
