25 MIJDARÊ ROJA VEJÎNA TOVÊN JIYANA AZAD

Rojava Tv
1 Min Read

Derbarê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser jinan, Mêrên li Kantona Şehbayê ku xwe li ser paradîgmeya Rêber APO perwerde kirine, tekez dikin ku ew ê jiyanek hevbeş di civakê de ava bikin.

25 Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser jinan, ji bo jinan bi giştî û ji bo jinên kurd bû roja vejînê, tovên xewin û xeyalên jiyana azad şîn kirin.

Têkoşîna ku bi her sê xwişkên Mîrabel dest pê kir, îro bi pêşengtiya jina kurd berdewam dike.

Mêrên li Kantona Şehbayê ku xwe li ser paradîgmeya Rêber APO perwer kirine, tekez dikin ku ew ê jiyanek hevbeş di civakê de ava bikin.

Her wiha di axaftinên xwe de mêran gotin , ew ê bi jinan re têkoşîna li hemberî hişmediya dewletan mezin bikin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û her çar aliyên Kurdistanê jin weke her salê, îsal jî daketin qadan û tekezî li ser jinavbirina tundî, koletî û avakirina jiyaneke azad kirin.

Share This Article