Beriya niha bi 7 salan piştî berxwedaneke bêhempa ya şervanên QSD’ê û YPJ’ê bajarê Reqayê ji tarîtiya DAIŞ’ê hate rizgarkirin.
Çawa ku jinan pêşengî ji operasyona rizgarkirina bajêr re kirin, bi heman awayî di nava 7 salan de di belavkirina paradîgmaya Neteweya Demokratîk û avedankirina bajêr de, gavên dîrokî avêtin.
Fermandara operasyona rizgarkirina Reqayê Klara Kobanê ji Rojava TV re got, taybetmendiyên operasyonê ew bû ku tevahî fermandarên wê yên ku eniyên şer bi rê ve dibirin, jin bûn.
Her wiha Klara Kobanê da zanîn ku, herçendî ew di operasyonê de rastî astengî û zehmetiyan hatin, lê idîaya wan serkeftin bû.
Bajarê Reqayê bi saya berdêlên giran ku bi sedan ciwanên herêmê di ber de şehîd bûn, hate rizgarkirin û piştî 7 salan îro Reqa bi rengekî herî demokratîk ciwaniya xwe dide der.
