şêniyên kantona Firatê bi merasîmekê Cenazeyê şervanê Komandos Şehîd Dilovan Şêran ku 30 Mijdarê şehîd bibû, oxir kirn.
Cenazeyê şervanê Hêzên Komandos Dilovan Şêran ”Hesen Mihemed Gulî ” ku 30’ê Mijdarê di êrişa çeteyên dewleta Tirk a dagirker de li Helebê şehîd bibû, li Pakrewangeha Şehîd Dicle ya li Kobanê spartin axê.
Di merasîmê de, malbatên şehîdan, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û gelek welatî amade bûn.
di merasîmê de axaftin li ser navê Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan, Meclisa Leşkerî û Desteya Jîngehê hatin kirin û soza domandina şopa xeta şehîdan dan.
di dawiyê de, wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.
piştre cenazeyê Şehîd Dîlovan di nava tilîliyên dayîkan û dirûşmeya, “Şehîdan namrin” spastin axê.
