Koçberên efrînî ku sala 2018’an bi darê zorê ji efrînê hatibûn koçberkirin û li kantona şehba bicih bibûn, 1 kanûna sala borî careke din tevî xelkên şehba bi darê zorê ji kantona şehba hatin derxistin.
ji wê demê ve koçberên efrîn – şehba li bajarên din ên bakur û rojhilatê sûriyê hatin bicih kirin û Rêveberiya xweser jî li gor derfetên xwe yên sînordar pêşwazî li koçberan kir û ew bi cih kirin.
Ji wan koçberan jî beşek li bajarê hesekê yê kantona cizîrê jî hatine bicihkirin.
koçberên li hesekê dimînin dibêjin ku ew her dem li hêviya vegera li warê xwe ne.
koçberên Efrînî bêdengiya rêxistinên mirovî li hember sûc û kiryarên li dijî efrînê şermezarkirin û daxwaza garantiya vegera koçberan kirin.
ji dema dagirkirina efrîn di sala 2018’an de û çeteyên dagirkeriya tirk sûcên dermirovî li efrînê pêk tîne û demografiya wê diguhere, niha jî dagirkeriya tirk heman kiryaran li şehba jî pêk tîne.
