Însiyatîfa Gel û Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan meşeke li dar xistin.
Meş ji çatrêya Kefer Garis a gundê Til Sosin ê bajarokê Ehdasê bi beşdarbûna bi hezaran koçberên Efrînî, xelkên Şehbayê û nûnerên ji deste û meclisan destpêkir û li navenda Desteya Rêveberiyên Herêmî dewam kir û veguherî mîtîngê.
di mîtîngê de Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê Hisên Berko axivî û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi tevkariya PDKˊê şermezar kirin.
Meş bi diruşma ”Bê Serok Jiyan Nabe”û soza bilindkirina têkoşînê bi dawî bû.
ŞÊNIYÊN EFRÎN Û ŞEHBAYÊ BI MEŞEKE HEYBET BANGA AZADIYA RÊBER APO KIRIN
