LI TEBQAYÊ SALVEGERA ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ HAT PÎROZKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Li kantona Tebqayê bi sedan kes daketin qadan û salvegerea 13’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kirin.
Di şahiyê de, axaftin li ser navê Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya û Meclisa Leşkerî ya Tebqayê hatin kirin.
Axêveran diyar kirin ku di şoreşê de îsbat bû ku jin ne mexdûr in lê belê rêberên guhertin û çêkerên siberojê ne.
Piştî axaftinan, komên hunerî derketin ser dikeyê û berhemên xwe pêşkêş kirin.
Şahî bi gerandina govend û berzkirina diruşmeyên ” Bijî şoreşa 19’ê Tîrmehê” bi dawî bû.

Share This Article