Bi nêzîkbûna salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê, Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê meşek li dar xist.
Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê bi dirûşmeya “Bi ruhê 15’ê Tebaxê em ê azadiya Rêber Apo pêk bînin” meşek organîze kir û tê de Pêngava 15’ê Tebaxê bi rêz û hurmet hat bibîranîn.
Meşê ji pêşiya Keraca Efrînê ya kevin a li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd dest pê kir û ber bi qada Cebanat ve bi rê ket.
Li wir li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan axaftin hat kirin û hate gotin ku, faşîzma Tirk ji bo ku tola xwe ji destkeftiyên Pêngava 15’ê Tebaxê hilîne, şerê taybet da meşandin, lê plan û armancên dagirkeriya tirk ên têkbirina tevgera azadiya Kurdistanê tev têk çûn.
Her wiha Di meşê de ciwanan destnîşan kirin ku ew di têkoşînê de xwe dispêrin kesayeta şehîd Egîd ”Mahsûm Korkmaz”.
Biryar e roja 15’ê jî Tebaxê li seranserî kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên girseyî werin lidarxistin.
