ŞÊNIYÊN EFRÎN Û ŞEHBAYÊ BI MERASÎMEKÊ 2 ŞEHÎDÊN HRE’YÊ OXIR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi sedan şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê bi merasîmekê cenazeyên 2 şehîdên Hêzên Rizgariya Efrînê li Goristana Şehîd Zozan Amanos oxir kirin.
Şêniyên Efrîn û Şehbayê cenazeyên şehîd Botan û Bedîna Efrîn ji nexweşxaneya Avrîn wergirtin û ber bi goristana şehîd Zozan Amanos a li navçeya Fafînê ve bi rê ketin.
Li goristanê endama Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê û endamên PYD sersaxî dan malbatên şehîdan û tevahî gelê Kurdistanê.
Di merasîmê de hat gotin ku, ew ê her tim li ser şopa şehîdên xwe bin û têkoşînê mezin bikin.
Di dawiyê de wesîqeya şehadetê hatin xwendin û radestî malbatê hate kirin, her wiha cenazeyên şehîdan bi siloganên “Şehîd namirin” hat oxirkirin.

Share This Article