RÊVEBERIYA PÊJIYANIYÊ YA FIRATÊ JI BO KONTROLKIRINA NIRXAN GERÊN XWE DIDOMÎNE

Rojava Tv
1 Min Read

Li kantona Firatê bi armanca xurtkirina kontrola li bazaran, parastina tenduristîyê û kêmkirina keysbaziyê, Rêveberiya pêjiyanîyê gerên xwe yên çavdêriyê zêde kirine.

Rêveberiya pêjiyaniyê, bi awayekî sîstematîk li nava bazarên sebze, goşt, firoşgehên kelûpelan, şêranî û xwaringehan digere, kalîte û dîroka wan kontrol dike.

Hevseroka rêveberiya pêjiyanîyê ya kantona firatê Felek Ebas behsa armanc û giringiya gerên xwe yên çavdêriyê û girîngiya wê dike.

Her wiha endamê Rêveberiya Pêjiyanîyê Omer Îbrahîm jî got, ji bo jinavbirina keysbaziyê ew rojane digerin û dê di xebata xwe de berdewam bin.

Rêveberiya pêjiyaniyê ji welatiyan daxwaz dike, ji bo jinavbirina keysbaziyê bi wan re bibin alîkar û dema ku pêrgî nirxên buha hatin, xwe bighînin wan û giliyê xwe tomar bikin.

Share This Article