Meclîsa navçeya bajarê Dêrikê îro ji ji bo salvegera serhildana 12’ê adarê ya Qamişlo meşek li darxist û şehîdên serhildanê bi bîr anî.
Bi dehan şêniyên bajarê dêrikê, saziyên sivîl , partiyên siyasî û dayîkên şehîdan beşdar bûn.
Meş ji çerxereya azadî destpêkir û li pêşiya goristanên sivîlan vegûherî mîtingê.
Di mîtingê de axaftin li ser navê meclîsa rêveberiya xweser a dêrikê û rêveberiya dibistanan hat kirin.
Axêveran şehîdên Serhildana 12`ê Adarê bi bîr anîn û gotin armanca rejîma Beis a berê ew bû ku di nava pêkhateyên herêmê de, bi taybet Kurd û Ereban de fitneyê derbixe.
Meş bi siloganên “şehîd namirin” “bijî yekîtiya gelê sûrî “bi dawî bû.
ŞÊNIYÊN DÊRIKÊ JI BO SALVEGERA 21’AN A SERHILDANA 12’Ê ADARÊ MEŞIYAN
