Pêşangeha Hunera şêwekariyê ya 9’emîn di roja xwe ya duyemîn de li Qamişloyê bi serdanan dewam dike.
Bi dirûşma “Em sîmayên nasnameya xwe ji rengê Rojava xêz dikin” duh li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê, Pêşangeha Hunera şêwekariyê a 9’emîn ya salane hate vekirin.
Pêşangeh ji aliyê Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi hevkariya Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê ve tê lidarxistin.
Çalakiyên roja duyemîn îro sibehê dest pê kirin, gelek hunermend, rewşenbîr û kesên ku bi çand û hunerê re eleqedar in, beşdar bûn.
Di pêşangehê de 68 şêwekar bi 74 taboloyên xwe ku behsa çand, têkoşîn, fedakariyên şehîdan, bedewbûna xweza û jiyana herêmê dikin, beşdar in û dê heta 19’ê mehê berdewam bike.
