şandeyek ji rûspî û xelkên gundewarên Rojavayê kantona DêraZorê serdana meclisa cîbicîkar û ofîsa Enerjiyê ya li kantonê kirin û herdu sazî ji ber xebatên wan ew xelat kirin.
projeyên taybet ên ku bi giştî tên cîbicîkirin û bi taybetî jî nûjenkirin û xebitandina stasyona Xeranîcê
Şandeyê di serdana xwe de mertalên rûmetê pêşkêşî meclisa Cîbicîkar a bi nûnertiya Mihemed El-Dexîl û Xanim Şehnaz El-Hefel kirin.
Her wiha ji bo xebatên Rêveberiya Enerjiyê yên xebtandina stasyonê û dabînkirina ava vexwarinê mertal hatin pêşkêşkirin.
Saziyên rêveberiya xweser yên kantona Dêrazorê bi armanca pêşkêşkirina xizmeteke baş ji xelkên deverê re her di nava xebatê de ne.
