Meclisa gundê Çaxirbazarê yê girêdayî bajarê Amûdê û Şaredariya Gel a gund ji bo pîrozkirina 4’ê Nîsanê şahiyek li dar xist.
Bi sedan şêniyên bajarê Amûdê, endamên saziyên sivîl, Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî li Qada Newroz a li gundê Çaxirbazarê beşdarî şahiyê bûn.
Di şahiyê de piştî deqeya rêzgirtinê, peyaman pîrozbahiyê hatin dayîn, û bernameya şahiyê dest pê kir.
Hunermend Mazlûm Agirî, Berwar Babarî, Rênas û Omer El Egîdî bi stranan coş da şahiyê.
Beşdaran jî li ber stranan govend gerandin.
