Bi hezaran şêniyên Kantona Firatê îro li hember êrîşên dewleta tirk a dagirker bi taybet komkujiyên ku li sirînê pêk aniye, daketin qadan.
Meş ji Qada Jina Azad dest pê kir, di meşê de wêneyên Şehîdan û yên komkujiya duh ya li bajarê Sirînê pêk hatî, hatin hildan û bê navber dirûşmên “Şehîd Namirin”, “Bijî berxwedana QSD`ê û YPJ`ê”, “Berxwedan jiyane” hatin qîrkirin.
Meş li Qada şehîd Egîd vegerî mîtingê, li wir deqeyek rêzgirtin hat girtin, piştre axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de komkujiya ku duh li bajarê Sirînê pêk hatî hat şermezarkirin her wiha hat gotin: ji bo ku em dagirkeriyê têk bibin em ê bi yek destî li hember dagirkeriyê li ber xwe bidin.
Meş bi dirûşma “Berxwedan jiyane” bi dawî bû.
ŞÊNIYÊN FIRATÊ ÊRÎŞ Û KOMKUJIYÊN DEWLETA TIRK A ŞERMEZAR KIRIN
