xelkê bajarê Amûdê bi meşeke girseyî daxwaza serbestberdana tavilê ya girtiyên misogerkirina azadiya fîzîkî ya rêber Apo kirin û piştgirî dan başûr û Rojhilatê Kurdistanê.
Bi dirûşmeya “Dema yekîtiya gelê Kurd hatiye… Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bi tenê nînin” îro xelkê bajarê Amûdê yê herêma Cezîrê ji bo hevgirtina bi Başûr û Rojhilatê Kurdistanê re li hemberî êrîşên li ser wan, xwepêşandaneke mezin li dar xistin
Di meşê de daxwaza berdana tavilê ya girtiyên di zindanên hikûmeta demkî û daxwaza garantîkirina azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan hate kirin.
Xwepêşandan ji Çarxerêya Jinê dest pê kir, xwepêşandêran al û sembolên ku gelê Kurd temsîl dikin hilgirtin
her wiha pankartên bi nivîsên “Girtî mirovek e ku mafê wî yê jiyan û azadiyê heye”, “Dîwarên zindanan nikarin ronahiya rastiyê asteng bikin”, û “Azadî ne xewn e, lê mafê her girtiyekî ye” hatin hildan.
