8 emîn pêşengeha hunera şêwekariyê ku ji aliyê Desteya çand û Huner ve bi dirûşma ““Bi hev re em hunerê bikin bihara dilan” hate lidarxistin, di roja ya duyem de didome.
Di roja duyem a pêşengehê de Yekîtî û saziyên hunerî her wiha şandek ji şêwekaran serdana pêşengê kirin.
Di pêşangehê de 109 tabloyên ku zêdetirî 100 şêwekarên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê xêz kirine, ji wan 50 şêwekar jin in.tên pêşandan.
Tablo li ser çand û folklora kurdî, cihên dîrokî yên Efrînê û girêdana bi darên zeytûnan, xweza, malên Kurdan, penaberî û hwd in e.
şêwekarên beşdarî pêşengehê bûne diyar kirin ku, armanca wan ew e ku tevahî çandên li herêmê bi hev re bicivînin û piştgirê bidin şêwekaran da ku xebatên xwe bidomînin.
