LI REQAYÊ ŞEHÎD NÛREDDÎN SOFÎ HATE BIBÎRANÎN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Bi sedan xelkên kantona Reqayê jî serdana konê sersaxiyê yê şehîd Nûreddîn Sofî kirin û tevlî merasîmê bûn.

Bi sedan xelkê bajarê Reqa, nûnerên saziyên sivîl û leşkerî, Meclisa Rêveber a kantona Reqayê, Partiya Sûriya Pêşerojê, PYDˊê serdana konê sersaxiyê kirin.

Di merasîmê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê QSD’ê, Meclisa Rêveber a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ya Kantona Reqayê hate kirin.

Axêveran diyar kirin ku şehîd Nûreddîn di meydan û siyasetê de fermandarekî cuda bû û di damezrandina Rêveberiya Xweser de cihekî sereke girt.

Merasîm bi berzkirina diruşma ” Şehîd Namirin ” bi dawî bû.

Share This Article