ŞEHÎDÊN QEREÇOXÊ LI SERANSERÎ HERÊMÊ HATIN BIBÎRANÎN

Rojava Tv
1 Min Read

Îro Xwendekarên Zanîngeha Kobanê û Encumena Malbatên Şehîdan a Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyên cuda şehîdên Qereçoxê bi bîr anîn.

Di daxuyaniyan de hate gotin ku armnaca êrîşê tolhildana binketina DAIŞ’ê bû.

 

Li seranserî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîdên Qereçoxê di salvegera 6’emîn a şehadeta xwe de hatin bibîranîn.

Xwendekar û mamosteyên Zanîngeha Kobanê li pêşiya avahiya zanîngehê daxuyaniyek dan û şehîdên meha nîsanê û yên çiyayê Qereçoxê bi bîr anîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin, dewleta Tirk a dagirker bi armnaca tolhildana binketina çeteyên DAIŞ’ê êrîş li dijî Qereçoxê pêk anî.

ZANÎNGEHA KOBANÊ: ARMANCA ÊRÎŞA LI DIJÎ QEREÇOXÊ TOLHILDANA BINKETINA DAIŞ’Ê BÛ

Têkildarî heman mijarê encumena malbatên Şehîdan a Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyekê şehîdên Qereçoxê bi bîr anî û soza berdewamkirina rêya şehîdan nû kir.

Encumenê tekez kir ku berxwedanî û têkoşîna gel û şervanan planên dewleta Tirk vala derxistin.

 

MALBATÊN ŞEHÎDAN: BERXWEDAN Û TÊKOŞÎNA ŞERVANAN PLANÊN DAGIRKERIYÊ VALA DERXISTIN

Di daxuyaniyan de hate tekezkirin ku dê bi vîna gelê azadîxwaz destkeftiyên şoreşa 19 tîrmehê werin parastin û tola tevahî şehîdan bê hilanîn.

Share This Article