Bi hezaran xelkên Herêma Cizîrê û nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, cenazeyên ragihînerê dengê rastiyê Seyîd Evran û fermandarê mezin Aslan Qamişlo li goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir kirin.
Di merasîmê de soza tolhildana xwîna şehîdan û şopandina rêya wan ya pak û pîroz hat dayîn.
Bi hezaran şêniyên herêmê darbestên rêwîyên azadiyê û xwedîyên têkoşîna salên dirêj, Seyîd Evran û Aslan Qamişlo hilgirtin ser milan û ber bi axa pîroz ve birin.
Merasîma oxirkirina her du lehengan bi beşdariyeke mezin li goristana Şehîd Delîl Saroxan ya bajarê Qamişlo pêk hat.
Di merasîmê de behsa têkoşîn û xebatên ragihînerê dengê rastiyê Seyîd Evran û şoreşgerê Mezin Aslan Qamişlo hate kirin.
Her wiha di merasîma oxirkirinê de, hevrêyên şehîd Seyîd û Aslan soza xwe nû kirin ku ew ê bibin şopgirên doza wan ya pak û pîroz.
Şoreşger û rojnamevanê mezin Seyîd Evran 22 Îlonê ji ber nexweşiya dil û fermandarê Leheng Aslan Qamişlo jî 17 Îlonê di encama êrîşeke dagirkeriyê de şehîd bûn û li dû xwe mîrateyeke hemdemî hêlan.
