Meclisa Malbatên Şehîdan ya bajarê Amûdê bi merasîmekê 32 şehîdên mehên Hezîran û Tîrmehê yên ku li cih û dîrokên cuda şehîd bûne, bi bîr anî.
Merasîma bîranînê bi beşdarbûna bi sedan xelkên bajarê Amûdê, endamên Kongra Star û PYD’ê hate lidarxistin.
Di merasîmê de axaftin li ser navên meclisa malbatên şehîdan hate kirin û hemû şehîdên azadiyê hatin bi bîranîn û soza şopandina xeta şehîdan hate dayîn.
Piştre senevizyonek li ser jiyana 32 şehîdan pêşkêşkirin û merasîma bîranînê bi siloganên şehîd Namirin bi dawî bû .
