LI BAJARÊ QAMIŞLOYÊ ORKESTRA ROJAVA KONSERTEK LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Koma Orkestra Rojava li Navenda Çand û Hunerê ya Mihmed Şêxo ya bajarê Qamişlo konsertek li dar xist.

Konsert bi serperiştiya maystro û hunermenda Kurd Mizgîn Tahir hate lidarxsitin.

Di serî de stranên bi rîtm ên li ser amûra kultûrî hatin pêşkêşkirin. Piştre koma ku ji 39 zarokan pêk tê, sirûda neteweyî ya Kurdî (Ey Reqîb) pêşkêş kirin.

Her wiha Koma amûrê bi têl û piyano parçeyên muzîkê û stranên Kurdî û Erebî pêşkêş kirin.

Peymangeha Orkestra Rojava ya Zarokan li ser asta Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya yekemîn e û di Cotmeha 2016’an de hat vekirin.

Di peymangehê de zarok (ji temenê 7 heta 16) salî, li ser hemû amûrên muzîkê tên perwerdekirin.

Share This Article