Di salvegera 7’emîn a komkujiya Qamişlo de, duh bi dehan şeniyên bajêr li cihê komkujiyê kom bûn û şehîdên komkujiyê bi bîr anîn.
Merasîma bîranînê bi pêşengiya Encumena Bajarê Qamişlo li taxa Xerbî ya bajêr hat lidarxistin.
Di merasîmê de Rêveberiya Encumena Malbatên Şehîdan Silêman Îsa axivî û bal kişand li ser berxwedana gelan û got çi dibe bila bibe pêwîst e têkoşîn berdewam bike.
Piştî axaftinan, ji bo bîranîna şehîdan mûm hatin pêxistin û bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” merasîma bîranînê bi dawî bû.
Roja 27`ê Tîrmeha 2016`an, çeteyên DAIŞ’ê li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo bi riya erebeyeke bombebarkirî komkujiyek pêk anî û di encamê de 62 kes şehîd bûn.
