Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê 12 şehîdên ku di sala 2016’an de di berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de şehîd bûbûn, bi merasîmekê bi bîr anîn.
Di çalakiyê de, malbatên şehîdan ên Helebê, endamên saziyên sivîl, nûnerên ji partiyên siyasî û şêniyên her du taxan amade bûn.
Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê Zagros Heleb axivî û şehîdên ku destaneyên berxwedanê nivîsandine, bi bîr anîn.
Dûre şêniyên beşdar mûm li cihê şehadeta wan pêxistin û diruşmên silavkirina berxwedanê berz kirin.
Di 29’ê Gulana sala 2016’an de çeteyan avahiyek li taxa Seken El Şebabî ya Helebê teqandin û di encamê de 12 şervan û sivîl şehîd bûn.
