PYD’Ê SALVEGERA DAMEZIRANDINA XWE YA 22’YEMÎN BI ŞAHIYÊN GIRSEYÎ PÎROZ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê bi boneya salvegera damezirandina xwe li seranserî herêmê şahiyên girseyî li dar xist.

Ev der parka azadî ya bajarê Qamişlo ye. Bi sedan pêkhateyên bajêr li hev civiyan û salveger pîroz kirin. Her wiha tekezî li ser avakirina Sûriyeke demokratîk û pirreng kirin.

Li bajarê Helebê jî şahiyeke girseyî li taxa Şêxmeqsûdê hate lidarxistin. Bi sedan şênî, nûnerên partî û saziyên civaka sivîl, tev lê bûn.

Di axaftinan de, hate diyarkirin ku damezirandina partiyê, li hember siyasetên qirkirinê û înkarkirinê “gaveke bi cesaret”e û dê pêşengê partî û hêzên ku hewl didin Sûriyeya demokratîk ava bikin, be.

Ev der jî bajarê Kobanê ye, li Kobanê jî salvegera damezirandina PYD’ê bi coş û şahiyeke mezin hate pîrozkirin.

Di şahiyan de tekezî li ser mezinkirina asta têkoşînê bikin.

Share This Article