Ji bo salvegera şehadeta şehîd Zîlan (Zeynep Kinacî) a 30’emîn, Kongra Star li bajarê Kobanê civînek li dar xist.
Bi dehan endamên rêxistinên jinan û nûnerên partiyên siyasî û Rêveberiya Xweser beşdarî civînê bûn ku li navenda Partiya Yekitiya Demokratîk a Kobanê pêk hat.
Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama Konga Star Bakîra Sincar axivî û bal kişand ser têkoşîna şehîd Zîlan û rola wê di tevgera azadiya jinan de.
Di civînê de her wiha nameya ku şehîd Zîlan berî ku çalakiya xwe ya fedakariyê di 30`ê Hezîrana 1996`an de pêk bîne nivîsandibû, hate xwendin, piştre sînevîzyone li ser têkoşîna şehîd Zîlan hate pêşandan
