di bin diruşmeya “Sifir Çopê” 2’ê sibatê hemleya paqijiyê ji aliyê Komîteya Şaredarî û Jîngehê ve bi hevkariya şaredariya bajarê Hesekê hatibû ragihandin, hat destpêkirin.
Ev hemle dê heta 3 mehan dewam bike û dê were nûkirin heta hemû çopên di salên dawî de li taxên bajêr kom bûne ji holê werin rakirin.
ji bo parastina paqijiya bajêr Komîteya Şaredarî û Jîngehê bi hevkariya şaredariya bajarê Hesekê duh hemleya paqijiyê li Hesekê destpêkir.
Endamên saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweser, Heyva Sor a Kurd, komîn û gel beşdarî hemleyê bûn.
Beriya destpêkirina hemleyê daxuyaniyeke raya giştî hate xwendin û tê de destpêkirina hemleya mezin a paqijkirina bajarê Hesekê hate ragihandin û bang li Sazî, komîn û xekên herêmê hat kirin ji bo paqijkirina hemû taxên bajarê Hesekê û parastina gel ji nexweşiyan, bi ruhekî berpirsyariyê vê kampanyayê binerin.
Yek ji endamên komîteya amedekar got armanca me ji vê hemleyê baqijkirina bajar û kêmkirina nexueyşiyan e.
Endama ofîsa jîngehê Israa Hesen Hesen diyar kir Zêdetirî mehekê ye ew li ser vê hemleyê kar dikin.
li gor berpirsên hemleyê armanc ji kampanyayê ew e ku paqijî li bajêr pêk were , ronahiyek şaristanî û hişyarkirina xelkê li ser giringiya paqijiyê ji bo gihîştina bajarekî bê çop e.
