19’ê çileyê piştî berxwedaneke mezin a li dijî êrîşên şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li Dêrazorê, şervanê Yekîneyên Erka Xweparastinê Xebat Qamişlo şehîd bû.
Malbeta şehîd Xebat Qamişlo şanaziya xwe bi şehadeta kurê xwe anîn ziman û daxwaza tolhildana xwîna şehîdan kirin.
Di encama valahiya ewlekarî ku bi rûxandina rêjîma Sûriyê re derket holê, şaneyên DAIŞ’ê sûd ji vekişîna hêzên rêjîma berê li Dêrazorê girtin û hin xalên QSD kirin armanc.
19’ê çileyê piştî berxwedaneke mezin a li dijî êrîşên şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li Dêrazorê, şervanê Yekîneyên Erka Xweparastinê Xebat Qamişlo şehîd bû.
Kamîreya Rojava tv bi malbata şehîd Xebat Qamişlo re hevpeyvîneke taybet pêk anî.
Dayîka Ş.Xebat şanaziya xwe bi şehadeta kurê xwe anî ziman û daxwaza tolhildana xwîna şehîdan kir.
Di heman demê de pismamê şehîd Xebat Qamişlo jî diyar kir ku, şehîd Xebat mînaka şervanê ku hêz dida hemû ciwanan ji bo ku di parastina welat û axa xwe seferber bibin.
Wekî Şehîd Xebat Qamişlo, bi dehan xortên ku xwîna xwe ji bo xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê feda kirine hene. Goristnaên şehîdan jî şahidiyê ji berxwedaneke mezin a ji bo rûmet û azadiyê dike.
