Însiyatîfên gel ên bajarên herêma Cizîrê bi daxuyaniyeke hevbeş piştgirî da biryara KNK’ê ku daxwaz li NY‘yê kir ku gelê Kurd di aliyê qanûnî de nas bike û dengê gel di rêxistina navnetweyî de mîsoger bike.
Însiyatîfên gel gotin: Em daxwaz dikin ku gelê Kurd wekî gelê Filistînê di Neteweyên Yekbûyî de wek endameke çavdêr were pejirandin. Divê gelê Kurd, di nav gelên cîhanê de deng û cihê xwe hebe.
