LI AMÛDÊ DERBARÊ ROJA 8’Ê ADARÊ DE SEMÎNEREK HAT DAYÎN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi nêzhatina roja 8’ê Adarê û di çarçoveya rêzeçalakiyên ku ji aliyê tevger û rêxistinên jinan ve hatine destpêkirin, li bajarê Amûdê semînerek hate dayîn.

Di semînerê de bi dehan jinên bajarê Amûdê, endamên saziyên jinan, HPC’ê Jin û mamosteyên dibistanan amade bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtin, Rêvebera Komîteya Lihevanînê ya bajarê Amûdê “Mira Zoro” semîner pêşkêş kir û ji beşdaran re girîngiya roja 8’ê Adarê şîrove kir.

Di semînerê de bal li ser hebûn û rola jinan ya di destûra nû ya Sûriyê de hate kişandin. Her wiha behsa peyama dîrokî ya rêber Abdullah Ocalan jî hate kirin.

Piştre beşdaran nêrînên xwe bi parve kirin û semîner bi dawî kirin.

Share This Article