ŞEHÎD FAYÎZ EBDÎ BI MERASÎMEKÊ LI AMÛDÊ HAT OXIRKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Fayîz Feysel Ebdî yê ku 18‘ê Çileya îsal li ser rêya Ebyet şehîd bûbû, bi merasîmekê li bajarê Amûdê hat oxirkirin.

Di merasîmê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Kongra Star ve hate kirin.

Axêveran sersaxî ji malbata şehîd re xwest û anîn ziman ku bi saya keda şehîdan e, ew bi rûmet û ewle li ser axa xwe dijîn.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Li ser daxwaza şehîd, cenazeyê wî birin gundê Dîkê yên girêdayî bajarê Amûdê û li wir hat veşartin.

Share This Article