Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê lidarxistina 4’emîn kongreya MSD’ê silav kir.
Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de got ku, lidarxistina kongreya MSD’ê di demeke wiha de ji bo tevahî Sûriyan û hêzên azadîxwaz gelekî giring e.
Her wiha diyar kir ku, tevî hewldanên astengkirina xebatên MSD’ê, ew ji bo tevahî sûriyan têdikoşe.
Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de got ew hêvî dikin ku bi beşdariya kesayetên nû li nava MSD’ê guhertinên erênî çêbibin.
Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dawiyê de serkeftinê ji bo xebatên MSD’ê dixwaze.
