ŞEHÎD EGÎD Û HARÛN LI HESEKÊ HATIN OXIRKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê, koçberên Efrîn û Serêkaniyê û endamên saziyên sivîl cenazeyên şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) şehîd Harûn Hesekê û şehîd Egîd li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê oxir kirin.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Di merasîmê de axaftin li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Leşkerî ya Hesekê hatin kirin.

Axêveran sersaxî ji tevahî malbatên şehîdan re xwestin û fedekariya şehîdan ji bo avakirina jiyaneke azad û demokratîk silav kirin.

Di dawiya merasîmê de wesîqeyên şehadetê yên her du şehîdan hatin xwendin û cenazeyên wan bi sloganên “Şehîd namirin” spartin axê.

Share This Article