WELATIYÊN QAMIŞLO PEYAMA RÊBER APO YA BI DÎMEN BI KÊFXWEŞÎ PÊŞWAZÎ KIRIN

Rojava Tv
2 Min Read

Piştî zêdetirî 26 salan; rêber Abdullah Ocalan bi rêya dîmeneke tomarkirî derket pêşeberî gel û peyama xwe ya dîrokî ragihand.

Peyama rêbertî di nava gel de kêfxweşiyek çêkir û ew bi navê hîmê bingehîn a avakirina aştî û demokrasiyê bi nav kirin.

Di yekemîn dîmena tomarkirî ku piştî zêdetirî 26 salan tê weşandin, rêber Abdullah Ocalan peyama xwe ya dîrokî bi şopdarên doza xwe re parve kir û nexşerêya pêvajoya nû îlan kir.

Rêber Abdullah Ocalan diyar ku ku têkoşîna çekdarî êdî bi dawî dibe û li şûn wê têkoşîneke aştiyane ya li ser bingeha demokrasî û hiqûqê dest pê dike.

Peyama bi dîmen di nav welatiyên Qamişlo de kêfxweşiyek çêkir, û wan ev peyam wekî bangeke rastîn ji bo avakirina aştî û demokrasiyê li herêmê bi nav kirin.

Her weha welatiyan bang li dewleta Tirk û yên cîhanî kirin ku bi lez bersiva banga Rêber Abdullah Ocalan bide û gavên ber bi aştî û demokrasiyê ve bavêje

Di çarçoveya piştraskirina banga aştiyê ya ku Rêber APO pê bang kiriye de, Partiya Karkerên Kurdistanê ragihand ku ew ê daxwaza rêber APO bi cîh bîne û ji bo destpêkirina xebata siyasî, çekên xwe di demeke nêz de deyne

Share This Article