Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Hawarê Dilîşan Îbiş di salvegera 6’emîn a şehadeta xwe de, li ser gora xwe ya li goristana Şehîd a Dijl a bajarê Kobanê hate bibîranîn.
Bi dehan hevrêyên Şehîd Dilîşan û malbatên Şehîdan berê xwe dan goristana Şehîd Dijla û ew bi bîr anîn.
Di merasîma bîranînê de li ser navê Ajansa Nûçeyan a Hawarê Dîcle Ehmed axivî û got, Dewleta Tirk a dagirker ji her demê zêdetir ji kamerayên hevalên me yên rojnamevan ditirse û dixwaze dengê rastiyê qut bike.
Dayîka Şehîd Dilîşan jî axivî û merasîm bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.
Nûçegihanên ANHA’yê Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed dema ku şerê li dijî DAIŞ’ê dişopandin, di 12`ê Cotmeha 2017`an de li ser rêya Xurafî ya navbera bajarê Hesekê û Dêrazorê de şehîd bûn.
Her wiha Rizgar Adanmiş jî birîndar bû, lê tevî hemû mudaxelayn jî 20`ê Kanûna heman salê şehîd bû.
ŞEHÎD DILÎŞAN ÎBIŞ DI SALVEGERA ŞEHADETA XWE DE HATE BIBÎRANÎN
