RÊVEBERIYA XWESER : SÛRIYÊN LI KAMPA HOLÊ DÊ BI DILXWAZÎ VEGERIN WARÊN XWE

Rojava Tv
2 Min Read

Rêveberiya Xweser ragihand ku ew ê rê li pêşiya welatiyên Sûrî yên li kampa Holê vekin ku bi awayekî ‎dilxwazî vegerin warên xwe û bang li NY û civaka navneteweyî kir ku vegereke ewle ji koçberên Efrîn, ‎Girê Spî û Serêkaniyê re peyda bikin.‎

Komîteya Kar û Barên Koçber û Penaberan a Rêveberiya Xweser derbarê de daxuyaniyek li kampa Holê ‎da.‎

Di daxuyaniyê de rêveberiya xweser ragihand ku rê li pêşiya welatiyên Sûrî yên li kampa Holê vedikin, ‎bi awayekî dilxwazî vegerin warên xwe. ‎

Ev biryar di demeke berê de hatibû dayîn û di 5`ê Cotmeha 2020`an me biryar da ku rê li pêşiya vegera ‎wan vekin.‎

Her wiha hate tekez kirin ku wê rêveberiya xweser hemû derfetan bidin û vegera malbatên ku ‎dixwazin vegerin, bi awayekî ewle pêşkêş bikin.‎

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên navneteweyî yên pêwendîdar hate kirin û hate gotin: “Alîkariya ‎welatiyên Sûrî ku ji ber şerê li welat koçberî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûne û niha di ‎kampên El Erîşe, El Mehmûdlî, Tiwêhîniye û Ebû Xeşeb de bimînin, bike.‎

Her wiha bang li NY û civaka navneteweyî hate kirin ku vegereke ewle ji bo vegera koçberên ji Efrînê, ‎Girê Spî û Serêkaniyê peyda bikin.‎

Rêveberiya Xweser di dawiyê de tekez kir ku “ ew ê erkên xwe yên mirovî û exlaqî yên têkildarî ‎dosyaya koçber û penaberan didomînin.‎

Share This Article