bi dirûşmeya “Bi Hev re ji bo Parastina Mîrasa Çandî bi Vejandina Pîşesaziyên Mîrasa Kevneşopî yên ku Nasname û Ruhê Kevnar ê Reqayê nîşan dide” Desteya Çand û Şûnwaran a Meclîsa Rêveber a Reqayê, bi hevkariya Rêxistina Rafîqetuna, pêşangeha “Mîrasa Çandî ya Reqayê û Hêzdarkirina Civaka Herêmî” lidarxist.
Pêşangeh li mala misyona Almanî li cihê arkeolojîk ê Til el-Beya البيعة, bi amadebûna nûnerên rêxistinên civaka sivîl, xwendekarên dibistanan û xelkên Reqayê hate lidarxistin.
Pêşangeh karê destan û tabloyên ku mîrasa herêmê temsîl dikin, digel peykerên ku dîroka kevnar a Reqayê nîşan didin, di nav xwe de dihewîne.
payîne ku Pêşangeh çar rojan dewam bike, 2 rojan dê li mala misyona Almanî û 2 rojên din jî dê li holên bajarê Reqayê be.
