SED MÊWÊN TIRÎ Û BERHEMA WÊ BÊ PERE JI KESÊN HEWCEDAR RE TÊNE DAYÎN

Rojava Tv
1 Min Read

Çandina tevahiya zeviyekê û dayîna berhemên wê bê pere ji mêvanan re, diyardeyek e ku di civakên me de kêm tê dîtine. Lê tiştê ku apê Ebdulbaqî, xwediyê zeviyeke mêwan li Qamişlo dike, ev yek e.

Kameraya Rojava serdana zeviyê kir apê Ebdulbaqî kir û ev rapor ji îlhama xwezayê amade kir.

Pelên Reza an ji weke li hin deveran bi navê “Sarme” tê nasîn, xwarineke ku her kes li ser hezkirina wê li hev dike. Di demsala çinînê de jî, ev berhem ji bo hin kesan dibe çavkaniyek dahatê.

Li vir li vê zeviyê, ku sed rezên tirî lê hene, rewş cuda ye. Xwediyê wê, EbdulBaqî Elî, ku wekî Bavê Cewan tê zanîn, hilbijartiye ku zeviya xwe veke û carinan berhemên xwe bêpere pêşkêşî mirovan bike.

Share This Article