Saziyên hunerî û çandî têkildarî şehîdxistina şanoger Cuma Xelîl ê bi navê Bavê Tayar tê nasîn daxuyaniyeke hevbeş dan.
daxuyanî li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişlo hat dayîn û tekezî li ser şopandina riya şehîd Bavê Teyar hat kirin.
Di daxuyaniyê de rola çalak a Bavê Tayar di parastina çand û hunera kurdî de hate bibîrxistin û têkoşîna wî ya ji bo doza gelê xwe û welatê xwe hate silavkirin.
Saziyên hunerî derbarê rola hunermend Bavê Teyar a di şanogeriya Kurdistanî de gotin wê Bavê Teyer di dilê her Kurdekî de stêrkek geş bimîne.
Saziyên hunerî û çandî di dawiya daxuyaniyê de tekez kirin ku, dê li ser şopa şehîd û şanoger Bavê Teyar bimeşin.
