li seranserî herêmên bakur û rojhilatê bertek û nerazîbûnên tund li hember êrîşên dewleta tirk derketin pêş.
şêniyên herêmê bi daxuyaniyên cûda êrîş şermezar kirin û soza şopandina riya şehîdan dan.
Gel û saziyên bakur û rojhlatê sûriyê li hember êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhlatê Sûriyê Bertek û nerazîbûnên tund nîşan didin.
Di vê çarçoveyê de partiya sûriya pêşerojê daxuyaniyek da û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir.
Partiyê tekez kir ku wê êrîşên dagirekan vîn û berxweadna gelê herêmê neşkîne û heta serkeftinê ew ê li ber xwe bidin.
Bi heman armancê encumena navçeya Til Temirê bang li civaka navdewletî kir ku dawî li binpêkirinên dewleta Tirk bînin.
encumena Malbatên Şehîdan a Amûdê sersaxî ji malbatên şehîdan re hat xwestin û soza şopandina riya şehîdan hat dayîn.
Encumena malbatên şehîdan a bajarê minbicê jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji van êrîşan ew e ku ewlehî û aramiya herêmê têk bibe.
Yekîtiya parêzeran li reqayê û tebqayê êrîşên dewleta tirk weke berdewamiya komkujiyên li ser gelê herêmê binav kirin.
Platforma çalakiyên hevbeş a tevger û rêxistinên jinan bi tundî êrîşên dewleta tirk şermezar kirin û piştgiriya xwe ji bo hêzên leşkerî ên herêmê nîşan dan.
Platformê bang li hevpeymaniya navdewletî kir ku li hember êrîşên dewleta tirk bi erkên xwe rabin.
