Çalakiyên Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava di roja 3’yemîn de bi pêşandana fîlm, kurtefîlm, panel û çîrokên kurt û dirêj didome.
Di roja Sêyemîn a Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava ya 5ˊan de hezkiriyên fîlman, saziyên çand û hunerê, derhêner, sînematografîkên ji Spanya, Brîtanya û Bakurê Kurdistanê amade bûn.
Hezkiriyên filman li Navendên Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê û TEV-ÇANDˊê yên Qamişloyê beşdarî mîhrecanê dibin.
Tê payîn ku di roja 3’emîn de Semîner, film û kurtefilên bi navê Pakol, Gass man, My Favourite Fabric û hwd werên pêşandan.
Mîhrîcan wê heya 20’ê Mijdarê dewam bike.
