BERTEK LI DIJÎ GEF Û ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ ZÊDE DIBIN

Rojava Tv
1 Min Read

têkldarê gef û êrîşên dagirkeriya tirk û çeteyên wê ku li ser herêma bakur û rojhilatê sûriyê zêde dibin bertekên tund derdikevin pêş.

Endam û Rêveberên herêmê banga bidawîkirina êrîşan kirin û diyar kirin ku şerê li ser gelê kurd şerekê bê dawî ye.

Êrîş û gefên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin.

li dijî êrîşên dijminan e yên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bertekên tund derdikevin holê.

têkldarî êrîşên li dijî herêmê, Endama Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Şemsîxan Gulo bertek nîşan da û got şerê li ser kurdan şerkê bê dawî ye.

Hevserokê Meclisa Giştî yê şaxê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê Nûrî Şêxo jî destnîşan kir ku, ji bo bidawîkirina êrîşan divê zexet li dagirkeriya tirk bê kirin.

ji ber êrîşên dagirkeriyê li ser kantona Efrîn û Şehba yê , bi sed hezaran welatî bi darê zorê hatin koçberkirin û berê xwe dan herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Share This Article