Dibistana Zarhunera Havînê bi dirûşma “Em ê xwe fêrî xweşikbûnê û zanînê bikin” li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a Rimêlanê mîhrîcanek li dar xist.
Di mehrîcanê de peyama Rêber APO ya ji bo zarokan, hate pêşandan. paşê li ser navê Dibistana Zarhunera Havînê Necbîr Xanim axivî û diyar kir ku ev çalakî encama sê mehan a xebat û hewldana bênavber e ku zarok li ser muzîk, şano, wênexêzî û govendê perwerde bibin.
Piştre, koma Kûlîlkên Rojava, koma Parkîn û koma Girbawî stran gotin.
Her wiha koma Rîwan, koma Şehîd Feraşîn, koma Bavê Tayar, koma zarokan a Til Koçerê, koma Efrîn û koma Ava Mezin şano pêşkêşkirin.
Koma Zeryên Xweristî, koma Şehîd Jînda û koma Şehîd Lorîn a ereb jî govendên floklorî gerandin.
DIBISTANA ZARHUNERA HAVÎNÊ MEHRÎCANEK LI RIMÊLAN LI DAR XIST
