xelkên Reqa ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, îro meşek li dar xistin.
Bi sedan xelkên Reqa, endamên encumenên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî, rêxistinên jinan û ciwnan beşdarî meşê bûn.
Meşê ji pêşiya Nexweşxaneya Zarokan dest pê kir û li Qada Îtfaiyê veguherî mîtîngê.
di mîtîngê de daxuyanî hat xwendin û tê de nameyên gefxwarinê yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi tundî hatin şermezarkirin.
Her wiha bang li civaka navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û parêzvanên mafên mirovan hat kirin ku destwerdanê bikin û tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin.
